|
پارتی سهربهستیی كوردستان: بژی شۆڕش بۆ سهربهستیی، سهربهخۆیی یهكجاری گهلی كوردستان. | |||||
| | |||||
|
|
کورته پێناسهی پارتی سهربهستیی کوردستان. Parti Serbesti Kurdistan ( P S K ) ![]() پارتی سهربهستیی کوردستان ، له ٢٨ی ڕێبهندانی ٢٧٠٥ی کوردی و ١٧-٢-٢٠٠٦ زاینی، وهک پارتێکی نهتهوهیی و سهربهخۆخوازی کوردستانی، به بیرۆکهی عارف باوهجانی و به هاوبیری چهنین کوردی نیشتمانپهروهر دامهزراوه. تا ئیستا ٢ کۆنفرانس و یهک کۆنگرهی بهستووه، کۆنگرهی یهکهمی له ١٣-١١-٢٠٠٩ له شاری ئۆسڵۆی پایتهختی نۆرویژ بهستووه. له کۆنگرهی یهکهمدا سهرکردایهتی و سهرۆکایهتی نۆیی ههڵبژاردوه، لهو کۆنگرهدا به دهنگی تێکرای ئهندامانی بهشداری کۆنگره بهڕێز عارف باوهجانی وهک سهرۆکی گشتی ههڵبژێردرایهوه. پارتی سهربهستیی کوردستان : پارتیکی ڕامیاری و لیبراڵدیمۆکراته، و پارتێکه له سهر بناخهو پرینسیپی دیمۆکراسی ودیالۆگ و گفتوگۆی ئاشکرا هزری لیبراڵیهت دامهزراوه. پ س ک له پێناوه وهدهستهێنانی مافی سهربهخۆیی گهلی کورد له ڕۆژههڵاتی کوردستان خهبات دهکات. تێدهکۆشی بۆ دابینکردنی سهربهخۆیی و دیمۆکراسی و ئاشتی و ئازادی و یهکسانی له کۆمهڵگای کوردستاندا. ههوڵدهدا بۆ پاراستنی ماف وڕێزی بهرامبهری گشت چین و تۆێژهکانی جیاوازی ئاینی وکهلتوری له کوردستاندا. پارتی سهربهستیی کوردستان توانیوێتی له ئاستی دیپلوماتی جیهانی پێوهندییهکی به هێز دروست بکات. ههروهها له ئاستی ڕێکخستنهوه له گشت ناوچهکانی ڕۆژههڵاتی کوردستان خاوهنی ڕێکخستنێکی پوختهو به هێزه. بۆ زانیاری زیاتر له سهر پارتی سهربهستیی کوردستان. سهردانی ماڵپهڕی ڕهسمی پ س ک بکهن. www.psk2006.org Dannasîneka kort li ser Partiya Serbixwe ya Kurdistanê (PSK) Partiya Serbixwe ya Kurdistanê mîna partiyeka neteweyî û serbixwexwaz ya Kurdistanê ye. Biryara avakirina wê li 29-ê ?ibatê li sala 2705-ê kurdî, hember bi 17.02.2006-ê zayînê, ji aliyê çend kurdên neteweyî û welatperwerên Rojhilata Kurdistanê li navxwe û li derve yê Kurdistanê hate dan. le 13.11.2009 le Oslo Paytexta Norwiji Kongrey yekama PSK hatya bestn. Partiya Serbixwe ya Kurdistanê partiyeka ramyarî û demokratî ye, di rêya bidestveanîna mafê serbixweyî yê Gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê de xebatê dike, ji demokratiyê, a?tiyê, azadiyê, wekheviya di navbera jin û mêran de, ji parastina mafan re û rêzgirtina bi beramber ji hemî îdiyolojiyên cudacuda re, herwisa hemî tex û çînên rûni?tevanên ser axa Kurdistanê têdiko?e. Partiya Serbixwe ya Kurdistanê partiyek e li ser bingeh û pirensîpên dekomkratiyê , danûstandinê û gotûbêja a?kera hatiye avakirin. Derbareyî pirsên gi?tî yên ku bi çarenivîsa Gelê Kurd ve girêdayî ne, ew hizirwergirtinê (referandumê) bi xelkê Kurdistanê dike. Partiya Serbixwe ya Kurdistanê, bi bizavên bêrawestan yên serokatiya demkî di demekê pir kêm de shiyan bi sedan hevbîrên neteweyî û serbixwexwazên Rojhilata Kurdistanê li hundir û li derveyî welat li derûdora bernameyê xwe kom bike, ew ê ji gehandina neviyên pa?erojê yên bi hizirên serbixweyî re berdewam jî bibe. Di wê dema kort de ew shiyaye xizmeteka ba? ji pê?êxistina hizirûbîran di rêya gehi?tina serbixweyî û rizgariya bi yekcarî kirîye. Partiya Serbixwe ya Kurdistanê di wê dema kort de shiyaye di astê navdewletî û dîblomasî de, mîna parteka ramyarî neteweyî ya Kurdistanê xwe bide naskirin. Pir caran ew bi fermî ji civîn û konferansên welatên Ewropa û Emerîkayê re hatiye vexwandin û tê vexwandin. Ew di wê dema kort de shiyaye bi dehan welat, kompaniyayên giring yên cîhanê, kesatiyên ramyarî û nivîskarên biyanî bike nasên xwe û dostên kurdan, ew hemî gavan çalakiyan dike ku doza kurdan bi gi?tî û ya Rojhilata Kurdistanê bi taybetî bi cîhanê re bide naskirin. Partiya Serbixwe ya Kurdistanê, li dû shiyanan ji têko?îna hemî parçên dagirkerî yên Kurdistanê re pi?tevaniyê dike. ?Partiya Serbixwe ya Kurdistanê? welatê kurdan bi hemî parçeyan ve bi yek welat û neteweyê kurd bi yek netewe dinase, ew sinorên ku êxistîne di navbera parçeyên Kurdistanê de û bi durûtî parçeparçe kiriye, bi destçêkiriyê dagirkeran û bi sinorên bizorkî dizane û napejirîne, lê di vî mercê nazik de, (PSK) li gor çendîn hilsengandinên ramyarî û stratîjî yên rojevê li deverê, xebat û têko?ana nuha bi taybetî ji parça dagirkerî ya Rojhilata Kurdistanê, anko Kurdistana bindestê rejêma Îranê dike. Bo pêzanînên zêdetir li ser Partiya Serbixwe ya Kurdistanê seredana malperê gi?tî yê wê bike. www.psk2006.org |
|
| ||
|
مافی لهبهرگرتنهوه (کۆپیکردن) ههموو مافهکان پارێزراوه به ماڵپهڕهکه خۆی. چوارشهمه ٢٩ گوڵانی ٢٧١٠ - چوارشهمه ٢٩ گوڵانی ٢٧١٥ |
|||||